Şandeke Hevbendiya Niştimanî bi Serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, serdana Rayedariya Tevgera Rizgarî û Avakirinê li navçeya Cindirêsê li devera Efrînê ya gundewarê Helebê kir, û bi wan re behsa rewşa meydanî û leşkerî û rêyên yekkirina bizavên siyasî û leşkerî kir.
Û di vê serdanê de li kêlek Serokê Hevbendiya Niştimanî endanin ji herdû Desteyên Siyasî û Giştî jê Bedir Camûs, Ebdilîlah Elfehid, Mihemed Qedah, Behcet Eletasî û Ehmed Elşihadî beşdarî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe bi yekbûna nû anî ziman, û dît ku ew pêngaveke giring e li ser riya rast, û xwest ku tevaya tabûrên leşkerî di nav Artêşa Niştimanî de bin, û di bin yek alê û yek rayedariyê de kar bikin.
Û Elmislit cextî li ser giringiya yekkirina bizavan di navbera tevaya beşên leşkerî de û xurtkirina yekîtiya wan kir, û bal kişand ser ku pir tiştên hevbeş û neguhêrên niştimanî hene ku hemû alî li ser lihev dikin, bingehên ku gelê Sûriyê bo wan hemû tiştên biha û giran pêşkêş kirine, û azadîxwazên Sûriyê xwîna xwe dane daku azadî û rûmetê pêk bînin.
Ji aliyê xwe ve Ceneral Husên Hemadî, Serdarê Tevgera Rizgarî û Avakirinê, rêzgirtina xwe ji bizavên ku Hevbendiya Niştimanî li ser astên derve û navxwe pê radibe anî ziman, û got ku wek tevger çi ji wan bête xwestin ew amade ne, û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî sîwan û lêvegera wan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî