Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, serdana Zanîngeha Heleba Azad li bajarê Ezazê yê bi ser gundewarê Helebê ve kir, û bi kadroyên wê yên rêvebirin û hînkirinê re civiya, û li çawaniya rêvebirina karê zanîngehê temaşe kir, û li giringtirîn astengî û dijwariyên ku rastî karê wan tên guhdarî kir.
Û di vê serdanê de, herdû endamên Hevbendiya Niştimanî D. Cewad Ebo Heteb û Ehmed Elşihadî Hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî kirin.
Û kadirê rêvebir û hînkirinê, şiroveyek li ser çakkirinên ku di karê zanîngehê de çêbûne û pirogramên wan ên pêşerojê nemaze vekirina şaxekî nû li Serê Kaniyê û Girê Sipî li devera Rojhilatê Ferêt pêşkêş kir.
Û li ser karê ji bo avakirina encumena hînkirinê ya bilind dibe, û derbaskirina tevaya astengiyên di riya pêşxistina karê zanîngehê de axivî, û bal kişandin ser giringiya cudakirina Wezareta Perwerdeyê ji ya Hînkirina Bilind ji bo ku guhdanê bi awayekî mezin bi karê zanîngehê bikin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit, tekez kir ku zanîngeha Heleba Azad pirojeyeke şaristanî yê mezin e û bi pirensîpên şoreşê ve girêdayî ye, û pesnê bizavên ku ji aliyê kadiroyên hînkirin û rêvebiriyê ve di zanîngehê de dibe da, her weha nameya wê ya avakirina nifşekî nû yê hişyar ê pabend bi nirxên azadî û rûmet û demoqrasiyê bilind nirxand.
Û bal kişand ser pêwîstiya beşdariya ciwanên şoreşê û piştgirî û vexwandina wan bo wane û komcivînên ku zanîngeh bi awayekî rolane li dar dixe, da di warê pêşxistina karê akadîmîk ê zanîngehan de li ramanên wan guhdarî bikin.
Û Elmislit cext kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyeke mezin dide ciwanan û hêvîdar e ku ciwan di hemî waran de bingeh û armanc bin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî