Rexnin navdewletî yên tûj li Îmarata Erebî hatin kirin, ji ber pêşwazîkirina wê ji Beşar Esed re, piştî ku wî ewqas tawan dijî gelê Sûriyê di salên şoreşê de pêk anîne.
Desthilata Brîtanya û parlemanteran, hejmarek ji rexneyan li pêşwazîkirina Beşar Esed kirin, û axêverê bi navê wezareta karûbarê derve û Comonwelth û Geşepêdanê FCDO, got ku di dema ti guhertin di riftarên Beşar Esed de çênebûne, Engeltra bi kûrahî bawer e ku bihêzkirina têkiliyan li gel rijêmê hêviyên avakirina aştiyeke giştî ya berdewam li Sûriyê têk dibe, û bal kişand ku Beşar Esed di heman şêweyê xwe yê kuştinê de berdewam e, wek hevbeşê xwe yê Putin di cenga wî ya hovane ya dijî Okraniya de.
Û berî wê daxwiyaniyê, Wezîrê Abûrî yê Almanya, Robert Habîk, piştî gihiştina Îmarata Erebî, ji ajansa Royter re tekez kiribû ku milmilaneya li Sûriyê ji ber tawanên rijêmê aloz e, û dan û standinên di nav wî û dewletên ereb de çêdibin jî aloz in.
Di heman demê de, wezareta derve ya Amerîka got ku ev kar “ Hewildanin eşkere ne ji bo rewakirina Esed”, û got ku ev bêhêvîbûnek mezin e û cihê dilnearamiyê ye.
Û berdevkê wezareta derve ya Amerîkî, Nîd Prays, got ku Esed berpirsyar re di ber kuştina hejmarek pir mezin ji sûriyan û derbiderkirina bêhtir ji nîvê xelkên welat, her weha got ku ew di ber girtina kotekî û windakirina bêhtir ji 150 hezar kesên belgekirî de ji jin û mêr û zarokan sûrî de berpirsyar e.
Û dewletên ku dixwazin dan û standinê bi rijêma Esed re bikin han dan li ser ku bi hûrbînî “tawanên metirsîdar”ên ku rijêma Esed li ser sûriyan sepandin di deh salên dawî de di bîra xwe de bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî berê di daxwiyaniyek xwe de gotibû ku pejirandina sardana Esed, xelatkirin e jê re li ser tawanên wî, û çavgirtin e ji biryarên Komkara Erebî û sizayên navdewletî û xwîna gelê Sûriyê di salên şoreşê de.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku destnîşankirina dema vê serdanê di bîranîna yazdemîn a şoreşa Sûiyê ya pîroz de, rêznegirtin e ji vîna gelê Sûiyê û qurbaniyên wî yên giranbuha re di cenga wî ya dijî rijêma diktator a di xwîna sûriyan de noq bûye re, û ji Îmarata Erbî xwest ku li helwestên xwe yên resen ên piştgiriya gelê Sûriyê vegere.
Tê zanîn ku sardana Esed ji Îmaratê re, yekemîn sardana wî ya ji dewleteke ereb re ye, piştî vêketina şoreşa Sûriyê 2011, û ev pêşwazîkirin wek pêngaveke nayê pejirandin e, ji bo rewakirina Beşar Esed piştî kuştin û koçberkirin û girtina bi milyonan ji sûriyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ajans