Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyên germ ji gelê Sûriyê bi giştî û gelê me yê kurd bi taybetî re bi helkefta cejna Newrozê pêşkêş dike, ji ber ku ev cejn ji bo wan helkefteke hêja ye, û xwedan girîngiyeke çandî û civakî ya mezin e, her weha ji bo hemû gelên ku ahengê bi vê cejnê dikin.
Newroz di ser me re derbas dibe, û em bi hêvî ne ku nirxên azadî û dadperweriyê cî bigrin, û riya şoreşê bigihînin armancên wê yên bilind, û em bang li hemû gelê Sûriyê dikin ku karê xwe bêhtir bikin ji bo avakirina welat li ser bingehên dadperwerî, wekhevî û rêzgirtina mafên mirovan di bin sîwana nasnameya niştimanî ya Sûrî de yaku bi cihêrengiya xwe ya netewî û çandî û olî şanaz e.
Daxwazên gelê Sûriyê di şoreşa wî ya gewre de heman wateya Newrozê ya berxwedana li dijî zordariyê û bilindkirina nirxên azadî û aştiyê hildigirin, û lidarxistina ahengan di vê cejnê de mafekî rewa yê gelê me yê kurd e, li tevaya welatê me yê delal Sûriyê.
Newroza we pîroz be
Her sal bi xweşî be
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
21 adar 2023