Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîroznahiya gelê Lîbiya yê bira dike bi boneya hilbijartina herdu encûmenên nû yê serokatiyê û yê wezîran, li gorî lihevkirina di navbera aliyên lîbî de, yên ku rûpeleke nû ji karê hevbeş yê ku dikeve xizmeta Lîbiya de vekirine, yê ku dê Lîbiya deyne ser riya rast a aramî û avakirinê.
Û Hevbendiya Niştimanî pîrozbahiya Serokê Encûmena Serokatiyê Mihemed Elmenfî û Serokê Wezîran Ebdulhemîd Debîbe dike.
Hevkariya Lîbiyan li ser asta gelêrî û siyasî di dema hikûmeta yekrêziya niştimanî de û pabendiya wan bi çarçoveyê damezrênerî û yasayî û rêzgirtina wan ji prensîpên demokrasiyê re, dê welêt bêhtir berve aramî û geşepêdanê de bibe, daku bi xêr û bereketê li ser gelê lîbî yê bira vegere, û hindek ji armancên şoreşê pêk bîne.
Hevbendiya Niştimanî xweşhaliya xwe û amadebûna xwe bo hevkariya li gel Encûmena Serokatiyê û ya Wezîran yên lîbî tîne ziman, û tekez dike ku serkeftina vê pêngavê û berdewamiya rêya erênî li Lîbiya dê ji bo gelê sûrî yê ku têkoşînê bo azadî û dadweriyê dike sermiyan be.
Ji civaka navdewletî û aliyên herêmî yên çalak tê xwestin ku piştgiriya Encûmena Serokatî û ya Wezîran bikin, wek take nûnerên rewa bo gelê Lîbiya, û divê vîna gelê Lîbî û aramiya Lîbiya û yekîtiya xaka wê û aştiya wê di ser her tiştî re bigirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
7 sibat 2021