Ofîsa Ciwanan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, workşopek li ser rewşa fêrkirina ciwanan li deverên rizgarkirî lidar xist, bi serpereştiya Cîgira Serok û Hevrêzkara Ofîsa Ciwanan Ruba Hebûş û beşdariya hejmarek ji sazî û aliyên fêrkirinên akadîmîk û ofîsên xwendekarên zanîngehan.
Û workşopê rewşa navendên fêrkirina akadîmîk û pîşeyî û zanîngehan berçav kir, her weha astengiyên ku rastî rêyên fêrkirin û çareyên pirosesê tên.
Û beşdaran ketwarê fêrkirinê li deverên rizgarkirî û dûrketina derdora 40% ji ciwanan ji xwendinê bi sedema rewşa jiyanê ya dijwar berçav kirin, û giringtirîn astengiyên ku rastî pirojeya fêrkirinê tên wek dijwariya dana mesrefa resmên zanîngehê, û nekarîna kesên ji xwendinê dûr ketine ku kaxezên fermî derxînin ji ber sedemên koçberkirina kotekî dermafê wan, her weha tirsa xwendekaran ku danasîn bi bawernameyên zanîngehên deverên rizgarkirî nebe.
Û di vê çarçoveya werkşopê û xiştekara wê de, beşdaran yên ku bêhtirê wan xwendekar bûn gihîştin hin temîniyên ku dê rêya fêrkirinê li pêşiya wan hêsan bike, di riya dabînkirina bexşanên xwendinê û dana resmên xwendekaran di riya sazî û aliyên bexişkar re, û amadekirina taqîgehên zanîngehan û avahiyên zanîngehê bo xwediyên pêwîstiyên taybet, û avakirina cihekî bo niştecîbûna xwendekaran, her weha avakirina ofîsekê ji bo çapkirina pêdawîstiyên zanîngehê, û xwendekarên derçûyî di serê lîsteyên dabînkirina kar de bin, û nasnameyên taybet bi xwendekaran derxînin, û hêsankirina jiyana wan a fêrbûnê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî