Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî nav di Civaka Navdewletî û dewletên mêvandariya xelkên Sûrî dikin dide, ta kar bi awayekî aktîvtir li ser başkirina rewşên jiyanê di kampan de bikin, û pêdivyên penaberan ji bo rewşên taybet ku bi hatina zivistanê tê re derbas dibin peyda bikin. divê ku Civaka Navdewletî pirsyariya xwe hilgre , destpêkê ji misogerkirina xizmetguzerî û alavên germkirinê, û ta alîkariyêm xwarin û dermanan.
Û li gor rapora ku roja çarşembê (23çileya Pêşîn) ku ji hêla Netewên Yekbûyî derbara nirxekeirina xwe ya salan e ve derketiye, û ta hejmarên tê re derbas bûne, û serjimêriya ku belge kiriye, û bi taybet derbarê rewşên boblat ku ji 70% ji penaberên Sûrî li Libnanê tê de dijîn, ku di bin xêza xizaniyê de dijîn, herweha hişyariya ku raporê derbarê bilindbûna deynan li gel mişextên Sûrî li Libnanê dabû. Em li ser pêwistya nerînek ceddî li van xalaên ku rapor li ser sekiniye tekez dikin. Bi taybet derbarê pêwistiya pêkanîna pêdiviyên penaber û mişextên Sûrî, û tekezkirina ku rewş boblatek rastîn li ser zarokan diyar dike, ku ew beşê herî ziyan digihê wan.
Dema ku hemû dizanin ev boblata mirovahî qîran û şerê ku Esed û hevalbendên xwe li ser milletê Sûrî de dikin diyar dike, em di Hevbendiya Niştimanî tekez dikin ku pirsyariya bidawîkirina vê rewşê bi hemû encamên xwe li ser millê Netewên Yekbûyî û rêxistinên wê ne, û em ji Encumena Ewlehiyê dixwazin ku biryara nemre 2165 were aktîvkirin, ku alîkariyên mirovahî jibo sivîlan derbas bibin deverên dorpêçkirî.
Encamên tawankariya Esed derheqê milletê Sûrî, nabe di ser guh re were avêtin bi pêkanîna çareyên bilez, lê belê çareyek ji kokê de jê re divê ku vegera penaberan misoger bike, û ev yek pêk nayê ger ne bi dermankirina sedeman ne dermankirina encaman be.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê Û Hevrikya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
24 Çileya Pêşîn/ Dîsember 2015