Encûmena Ewlekariya Navdewletî bigiştî ji bo hêsankirina derbasbûna alîkariyên mirovî ji milonan xelkên Sûriyê re biryarek derêxist, ew dê dirêj bike heta 10 kanûna duyem ya sala 2017an ya karwanên alîkariyan bi taybetî li Herêmên ko di bin desthilatiya Esed de ne dê sînorên Sûriyê derbas bikin bê ko destûrê ji Rîjîmê bixwazin.
Biryar dozê li Rêjîma Esed dike ko ji bo daxwazên mirovî rê bide da alîkarî di Aniyên şer re derbas bibin di navbera Herêmên Rêjîmê û yên Artêşa azad, tev ko rêjîma Esed bi çi biryarên navdewletî yên berê ên Encûmena Ewlekariyê yên evê derbarê pabend nebûye.
Encûmena Ewlekariyê “berdewamiya hebûna astengiyan li pêşberî guhastina alîkariyên di xetên şer de” pirotesto kir, hem stûbarî da ser
Rêjîma Esed ko destûr tenê daye hinek karwanan.
Netewên Yekbûyî tekez kir ko astengî li pêşiya karmendên hawarhatinê pir dibin tako bigihne 4.5 milyon sivîlî li Herêmên zehmetî di gihaştina wan de heye an jî yên dorpêçkirî di encamê de 393 hezar û 700 sivîl di rewşeke bobelat de ne piştî ko ketine navbera şer de bi taybetî amankirina karwanên alîkariyan berdewam ji aliyê Firokên Rûsya ve tête kirin
Jêder: Hevbendî+Acans