Daxuyaneka Rojnamevanî
Salim Elmislit
Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
5 Sibata 2015
Rêjîma Esed êrîşeke terorî ya bi kîn û zikreşî ku derbirîna rastiya wî dike pêk tîne, ji ber ku ew birek çeteyên terorîstên rêxistî ne, û bi dirêjahiya dehên salan li ser Sûriyê û milet û samanên wê bi kuştin û serkutkirin û xirabiyê zal bûne.
Ku îro di sibehê de Firokên Esed nêzîkî 35 êrîşên esmanî yên bitewşî û yek li pey yekê li ser bajarên Dûma û kefir Betna li gundewarê Şamê pêk anîn, hevdem bû bi topbarankirineka giran bi top û mûşekavêjan , û armanckirina enbulansan bi mebestî û rasterast dikir , û ev reftar tawanên şer in, ku digehe astê şerê qirkirinê li dijî Gelê Sûriyê, ku di amareke destpêkî de şehîdbûna 22 sivîlan û birîndarbûna bêhtir ji 100 sivîlî ,tevlî bidehên windabûyan hatin dîkomentkirin, di dema ku hêjî Tîmên Firyadçûnê û Bergiriya Sivîl bi hewara qurbaniyan ve diçûn.
Tişta niha li gundewarê Şamê dibe û tevlî bûyerên heyva bûrî, ku têde hêzên rêjîmê bi kêmayî 16 komelkujî pêk anîn, li gor belgeyên Tora Sûrî ya mafên Mirov; ku ev kuştar tên zêdekirin li ser zincîra kuştar û tawan û şerê giştgîr yê rêjîm li dijî Miletê Sûriyê her ji destpêkirina Şoreşê di sala 2011an ve pê radibe.
Di dema ku em vê êrîşa terorî ya siyaseta qada şewitî peyrew digire şermezar dikin, di heman demê de Em daxwazê ji Civaka Navdewletî dikin bi pêwîstiya lez bête kirin di sepandina Navçeyên Tenah de li bakur û başûrê Sûriyê, û pêşkêşkirina piştgiriya lezgîn û giştî bo Artêşa Azad da bikaribe Sivîlan biparêze û êrîşên esmanî yên firokên Esed li ser tevaya gund û bajar û bajarokên Sûriyê rawestîne.