Sînatorê Emerîkî Lîndisî Graham Endamê Komîta leşkerî di Kongirêsê Emerîkî de tekez kir ku giring e Firokên Esed yên ko Sivîlan amanc dikin û wan dikujin bêne rawestandin, wek destpêkekê ji tunekirina Rêkxistina Daiş re, Graham got: “Çawa wê rahênana Artêşa Azad bê kirin an hêzan ber bi Sûriyê ve bişînin ku em Gefa Firokên Rêjîma Esed ranewestînin? Çawa emê garantiyê bidin, ku Esed Artêşa Azad ya ko bête rahênankirn da dijî Daişê şer bike, bombebarana neke .”
Graham got: “Daiş bê têwerdana Bejî têk naçe û çi têwerdana Bejî bê rawestandina Gefa asmanî biser nakeve ”
Sînator got: “Hevpeymaneke nediyar di navbera Daiş û Rêjîma Esed de heye, Rêjîm Petrolê ji Daişê distîne beraber Dirav û Çekan.”
Graham berdewam kir”Rahênana Artêşa Azad ji bo şer bi Daiş re bike û bi serbikeve, paşî Firokên Esed bên ewan bombebaran bikin ev istiratîciyeke têkçûyî ye.”
Sînatorê Emerîkî destnîşan kir ko Erebistana Siûdî û Qeter û Tirkiyê amade ne ji bo têwirdanê di Sûriyê de bikin bi mercê ko “şer û tunekirina rêjîma Sûriyê yê ko Daiş afirandiye û Sûriyê bi ser serê xelkên wê de wêran kiriye bibe. ”
Di hevdîtineke vekirî de digel Endamên leşkerî yên Kongirês rexna “ biryara Obama kir ya feriznekirina rawestandina êrîşên asmanî û ne guhdana wî ji şîretên Tîma Ewlekariya Netewî re, yên ko berî çend salan wê Artêşa Azad rahênan bikirana” ewê ” derfet da Daiş ko bi hêztir bibe, û 200 hezar Sûrî bibne qurbanî. ”
Jêder: Hevbendî+Acans