Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê daxwaza destêwerdana bilez ji Civaka Navdewletî kir ji bo parastina Sivîlan û rawestandina êrîşên esmanî yên hovane yên rêjîma Esed li ser Xota Şamê, û Salim Elmislit berdevkê Hevbendiyê “Ev êrîşa terorî ya rêjîma Esed ya siyaseta qada şewitî peyrew digire” li hember xelkên Sivîl şermezar kir.
Ku îro di sibehê de Firokên Esed nêzîkî 35 êrîşên esmanî yên bitewşî û yek li pey yekê li ser bajarên Dûma û kefir Betna li gundewarê Şamê pêk anîn, hevdem bû bi topbarankirineka giran bi top û mûşekavêjan , û armanckirina enbulansan bi mebestî û rasterast dikir , û ev reftar tawanên şer in, ku digehe astê şerê qirkirinê li dijî Gelê Sûriyê, ku di amareke destpêkî de şehîdbûna 22 sivîlan û birîndarbûna bêhtir ji 100 sivîlî ,tevlî bidehên windabûyan hatin dîkomentkirin, di dema ku hêjî Tîmên Firyadçûnê û Bergiriya Sivîl bi hewara qurbaniyan ve diçûn.
Salim Elmislit di daxuyaniya xwe de got ku: ” Rêjîma Esed êrîşeke terorî ya bi kîn û zikreşî ku derbirîna rastiya wî dike pêk tîne, ji ber ku ew birek çeteyên terorîstên rêxistî ne, û bi dirêjahiya dehên salan li ser Sûriyê û milet û samanên wê bi kuştin û serkutkirin û xirabiyê zal bûne”.
Herwiha Elmislit got :” Tişta niha li gundewarê Şamê dibe û tevlî bûyerên heyva bûrî, ku têde hêzên rêjîmê bi kêmayî 16 komelkujî pêk anîn, li gor belgeyên Tora Sûrî ya mafên Mirov; ku ev kuştar tên zêdekirin li ser zincîra kuştar û tawan û şerê giştgîr yê rêjîm li dijî Miletê Sûriyê her ji destpêkirina Şoreşê di sala 2011an ve pê radibe”.
Berdevkê Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir bi “pêwîstiya lez bête kirin di sepandina Navçeyên Tenah de li bakur û başûrê Sûriyê, û pêşkêşkirina piştgiriya lezgîn û giştî bo Artêşa Azad da bikaribe Sivîlan biparêze û êrîşên esmanî yên firokên Esed li ser tevaya gund û bajar û bajarokên Sûriyê rawestîne”.
Jêder: Hevbendî