Rêjîma Esed di amanckirina Xûta Şamê bi Firokên Cengê û bombebarana Topan berdewam e, heta nuha 75 kes kuştine û bi sedan birîndar kirine. 60 êrîşên asmanî birine ser Dûma, Kefer Betna, Erbîn, Eyn Terma, Seqba û Zemelka.
Dûma bi tena xwe 30 êrîş li ser pêk hatine, di encamê de 100 kes birîndar bûne û bêtir ji 20 kesan hatine kuştin û malên wan wêran bûne.
Herwiha hêzên Elesed heta bi Ambulansan û kadiroyên Bijîşkî jî amanc kirine.
Hevbendiya Niştimanî doh di daxuyaniyekê de ji Civaka Navdewletî daxwaz kir ko têwirdaneke lezgîn bikin da êrîşên asmanî yên Firokên Esed li ser Xûta Şamê birawestînin û sivîlan biparêzin.
Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî” Ev êrîşa tiroristî ya Rêjîma Esed ya ko siyaseta “Hişk Û Ter Dide Ber Xwe” li ser sivîlan pirotesto kir.”
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku”giring e lezê bikin di ferizkirina Herêmên hêmin li Bakur û Başûrê Sûriyê û piştgiryeke tekûz ji bo Artêşa Azad bikin, da karibe Sivîlan biparêze û êrîşên asmanî yên Firokên Rêjîmê yên li ser hemû Gund û Bajarên Sûriyê birawestînin.”
Jêder: Hevbendî