Daxuyaniyek Rojnamegerî
Hîn rejîma Esed qumarê bi jiyana sivîl û leşkerên milletê Sûrî bo mana xwe li ser kursiya desthilatiyê ta dilopa xwîna dawî dike. Û careke dî li deverên ku di bin desthilatiya wî de ne, ji xelkê daxwaza tevêlêbûna nav milişî û komên xwe yên çete yên milletê Sûrî dikujin dike , da fermandariya malbata Esed li ser hesabê xwîna ciwanên Sûrî biparêze.
Em di Hevbendiya Niştimanî de hişyariyê bo xort û mirovên me ji milletê Sûrî didin ku tevlî milişiyên Esed nebin, û em tekez dikin ku rejîma wî biryara xwe firotiye rejîma Meleyan li Iranê, û Sûrya kiriye talana milişiyên regezperist û Hizbillah, û kiriye erdek dagîrkiriî ji hêla van tawankarên xwediyên pirojeyên taybet ku tu têkiliya wan bi yekîtiya Sûrî re tune ye, ne erd û ne milet, herweha em tekez dikin ku endamên hêzên rejîmê îroj di bin fermana pasvanên şoreşger ên Iranî û serkirdeyên Hizbillah ên tirorist de ne.
Mihemed Yehya Mektebî
Razgirê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikya Sûrî
16ê Pûşbera 2015an