Mihemed Mektebî Razgirê Giştî ê Hevbendiya Niştimanî Sûrî hişiyarî da Xort û mirovên Sûrî ji bo tevlî milişiyên Esed nebin, û tekez kir ku rejîma Esed biryara xwe firotiye rejîma Meleyan li Iranê û ew xwediyên pirojeyên taybet in, tu têkiliya wan bi yekîtiya Sûrî re tune ye, ne erd û ne miilet, û Sûrî kirine erdek dagîrkirî ji hêla wan ve.
Herweha tekez kir ku endamên hêzên Esed îroj di bin fermandariya efserên pasvanên şoreşger ê Iranî û serkirdeyên Hizbillah a tirorist de ne, û Sûrî bûye talanek bo Milişiyên regezperist û endamên Hizbillah ya tirorist.
Bal kişand ser ku hîn jî rejîma Esed qumarê bi jiyana sivîl û leşkerên milletê Sûrî bo mana xwe li ser kursiya desthilatiyê ta dilopa xwîna dawî dike. Û careke dî li deverên ku di bin desthilatiya wî de ne, ji xelkê daxwaza tevêlêbûna nav milişî û komên xwe yên çete yên milletê Sûrî dikujin dike , da fermandariya malbata Esed li ser hesabê xwîna ciwanên Sûrî biparêze.
Jêder: Hevbendî