Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser pêwîstiya sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin dike, daku sînorekî rasteqîn û kartêker li pêşiya rijêma tawanbar deynin, û ew siza berfirehtir bibin ji bo ku tevaya pencereyên diravî yên ku bi rêyên nerewa xwe dispêre wan bêne girtin.
Hewildanên rijêma Esed yên dubarekirî xap in, da ji sizayan bireve, û di riya bazirganiya keresteyên hişbir re dixwaze xwe ji pûçbûna aborî rizgar bike, ew jî tawaneke dîtir e li tawanên wê zêde dibe, û di riya milîsên xwecihî û biyanî re Sûriya kiriye dewleta madeyên hişbir li ser deriya sipî, û ew keresteyên hişbir li deverên di bin kontirola rijêmê de tên çêkirin, û bi awayin nerewa rijêm wan li dewletên derdorê belav dike.
Hevbendiya Niştimanî balê dikşîne ser ku rijêma Esed tenê kêşe û teror û keresteyên hişbir hinartine dewletên nêzîk û yên derdorê, û berpisyariya tam di ber çêkirina keresteyên hişbir li deverên di bin kontirola xwe de û hinartina wan hildigre, û berê jî rojnameya The New York Times ya Emrîkî çespandibû ku rijêma Esed li ser kavilên salên cengê bazirganî bi keresteyên hişbir bi bimilyonên dolaran kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekeziyê li ser pêwîstiya birîna tevaya têkliyan li gel vê rijêma tawanbar li ser asta erebî û navdewletî dike, û divê hîn bêhtir siza li ser bêne sepandin, li gel pêwîstiya pêşdeçûna bi awayekî kartêker di pêkanîna veguhastina siyasî de li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya 2254, bi armanca misogerkirina ewlehiya deverê û vegerandina rola rasteqîn û kartêkr ya dewleta Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
09 hezîran 2022