Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, gotarek di rûniştineke gengeşeyî ya ku Komîteya Partî û Firaksyonên Siyasî derbarê encamên pirosesa siyasî û guhartinên di Hevbendiya Niştimanî de çêbûne pêşkêş kir, û nûnerin ji partî û firaksyon û kombendên Sûrî yên niştimanî beşdarî têde kirin.
Û Elmislit tekezî li ser giringiya pişikdariyeke rasteqîn di biryarê de li gel hêzên şoreş û rikberiyê kir, û li ser tiştên hevbeş di nav firaksyonên siyasî û partiyên niştimanî û şepêl û rêxistin û kombendan axivî.
Û cextî li ser pêwîstiya ku hevdîtin li gel partî û şepêl û firaksyonên niştimanî bi rengekî rolane li dar bikevin kir, ji bo gengeşekirina tevaya doz û babetên siyasî yên girêdayî pirosesa siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê, ji bo bighêjin veguhastina siyasî ya tam.
Û behsa bizavên Hevbendiya Niştimanî bo temamkirina şêwirdariyên berfirehkirinê kir, û eşkere kir ku proses bi awayekî xwezayî li ser hemû pêkhatên Hevbendiyê tevî partî û firaksyonên siyasî pêk hat, û tekezî li ser pêwîstiya tevlêbûna kes û pêkhatên çalak û kartêker kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî