Komîteya Partî û Fraksyonên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, rûniştineke gengeşiyî li ser encamên pirosesa siyasî û guhartinên di Hevbendiya Niştimanî de li dar xist, û têde nûnerên partî û fraksyon û komeleyên niştimanî yên Sûrî beşdar bûn.
Û di civatê de Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit û herdû Cîgirên Serok Ebdilehed Istêfo û Ebdilhekîm Beşar amade bûn.
Û Serokê Hevbendiyê di gotara xwe de behsa pêşhatên pirosesa siyasî û encamên gera heştemîn ya Komîteya Destûrî ya Sûrî kir, her weha li ser şêwirdariyên temamkirina berfirehkirinê di çarçoveya pilana çaksaziyê de yaku Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî biryar pê daye, û çalakiyên Hevbendiyê û beşdariya şandên wê di civînên navdewletî de û hevdîtinên li gel Revendên Sûrî axivî.
Û civîngeran behsa yasaya partiyên Sûrî kirin, û tekezî li ser giringiya danîna mîkanîzm û pîvanekê bo partî û hêzên siyasî yên niştimanî, her weha rêşûnin piratîk bo tevlêbûna nav Hevbendiyê û karê tê de dibe kir.
Û amadebûyan cextî li ser pêwîstiya karê li ser amadekirina berdêlekî demoqratîk yê rasteqîn li welêt, û rêzgirtina piralîbûn û azadiyên siyasî û guhdana hişyariya siyasî, û karê li ser lidarxistina hevdîtinên şêwirdarî yên giştî ji partiyan re kirin.
Û Hevrêzkarê Komîteya Partî û Fraksyonên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Ebdellah Gedo, li ser giringiya hevrêzkirina helwestan di navbera Hevbendiya Niştimanî û partî û fraksyonên siyasî yên niştimanî yên din de, nemaze di rewşa niha ya dijwar de yaku şoreşa Sûriyê têre derbas dibe axivî.
Û Gedo got: Tiştê ji me tê xwestin wek hêzên siyasî ew e, em dest pê bikin û bixebitin û gengeşeyê bikin û bi awayekî berdewam li hev bicivin bo komkirina gel û piştevaniyê, û hilgirtina berpisyariyên xwe li pêşiya sûriyan.
Û bal kişand ser ku tevî astengkirina pirosesa siyasî ji hêla rijêmê ve û ranebûna civaka navnetewetî bi erkên xwe derbarê doza Sûriyê, pêwîst e kar li ser katrêkerkirina pirosesa siyasî bibe, daku biryarên navdewletî cîbicî bibin, û veguhastina siyasî û daxwazên gelê sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk werin.
Û tekez kir ku hemû alî li ser ruxandina rijêma Esed û guhertina demqratîk bi awayekî aştiyane û parastina serxwebûna Sûriyê û yekîtiya gel û xaka wê, li gor parastina taybetmendiyên çandî û olî û neteweyî, û pêkanîna yekitiyeke niştimanî ya rasteqîn, ne wek rejîmê bi derewan ew durişm hildidan, yeknerîn in.
Û partî û fraksyonên siyasî yên ku di hevdîtinê de beşdarî kirine ev bûn:
2- Partiya Çep ya Demokratîk
2- Tevgera Geşepêdana Sûriyê
3- Partiya Niştimanî ya Dad û Destûrê (We’ed)
4- Partiya Komarî ya Sûrî
5- Partiya Lîberal a Sûrî (Ehrar)
6- Encumana Qafqasî ya Çerkezî
7- Kombûna Sûriya Pêşerojê
8- Partiya Demokrat a Kurd (El-Partî)
9 – Tevgera Rizgarî û Avakirinê
10- Encûmena Niştimanî ya Kurdî
11- Koma Birayên Musluman
12- Rêxistina Aşûrî
13- Şepêla Pêşerojê ya Netewî
14- Kombenda Kurdên Serbixwe
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî