Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku pêwîst e sizayên li ser rijêma Esed hatine sepandin sînorekî rasteqîn û kartêker li pêşiya rijêma tawanbar deynin, û ew siza berfirehtir bibin, ji bo ku tevaya pencereyên diravî yên ku bi rêyên nerewa xwe dispêre wan bêne girtin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku hewildanên rijêma Esed yên dubarekirî da bi hîlebazî danûstandinê bi sizayan re bike, û xwe ji pûçbûna abûrî rizgar bike di riya bazirganiya keresteyên hişbir re, ew bi xwe jî tawaneke din e, li tawanên wê yên pir zêde dibe.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku rijêmê di riya milîsên xwecihî û biyanî re Sûriya kiriye dewleta madeyên hişbir li ser deriya sipî, û ew keresteyên hişbir li deverên di bin kontirola rijêmê de tên çêkirin, û bi awayin nerewa rijêm wan li dewletên derdorê belav dike.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişan ser ku rijêma Esed tenê kêşe û teror û keresteyên hişbir hinartine dewletên nêzîk û yên derdorê, û berpisyariya tam di ber çêkirina keresteyên hişbir li deverên di bin kontirola xwe de û hinartina wan hildigre, û berê jî rojnameya The New York Times ya Emrîkî çespandibû ku rijêma Esed li ser kavilên salên cengê bazirganî bi keresteyên hişbir bi bimilyonên dolaran kiriye.
Û Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya birîna tevaya têkliyan li gel vê rijêma tawanbar li ser asta erebî û navdewletî kir, û got ku divê hîn bêhtir siza li ser bêne sepandin, li gel pêwîstiya pêşdeçûna bi awayekî kartêker di pêkanîna veguhastina siyasî de li Sûriyê li gorî biryara Encumena Ewlekariyê ya 2254, bi armanca misogerkirina ewlehiya deverê û vegerandina rola rasteqîn û kartêkr ya dewleta Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî