Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ji aliyên ku dixwazin piştgiriya çareseriyê li Sûriyê bikin re tekez dike ku tevaya karînan têxin xizmeta çareseriya siyasî de, û astengiyên li ser xakê dibin nehêlin, û nehêlin rêkeftinên veberhênanê û yên xizmetguzariyê û rêvebirinê li gel milîsên PYD an çi milîs an rêxistinên terorîstî yên din ên ku dest datînin ser xakê li bakurê rojhilatê Sûriyê pêk werin.
Herweha Hevbendî tekeziyê dike ku ev rêkeftin metirsiyê li ser yekbûna xaka Sûriyê û serweriya wê peyda dikin, herweha ziyanê dighînin kêşeya Kurdî wek kêşeyek niştimanî.
Û Hevbendî cextê li ser nedana derfetan bo rêxistinên terorîstî yên ecindeyên wan ne niştimanî ne dike, da derfetên berfirehkirin û mukumkirinê nebînin, di riya çarçovinan re ku nakokin li gel helwestên nûavakirina Sûriyê, ya ku divê bi çareseriya siyasî ya giştî ve girêdayî be.
Helwestên neberbihev derbarê pêkhateyên vê rêxistina terorîstî ji hêla hejmarek ji dewletan, binpêkirin e ji yasayê re û gef e li ser ewlekariya deverê, herweha ev helwest nameyên şaş dide terorîstan li her deverê, û helwesta piransîbî ya ku divê hemû alî derbarê terorê û rêxistinên terorîstî pê pabend bin tevlîhev dike.
Çi gavên tên avêtin an jî rêkeftin û lihevkirinên aliyên derekî bi van rêxistinan re pêk tînin, redkirî û nerewa û neyasayî ne, ew ne bi aliyekî ku nûnerê gelê Sûriyê ye yan bercewendiyên wî diparêze re ye, ne li ser asta xwecihî ne jî navdewletî, ne li ser rûpelan ne jî di çarçova yasayê de, tevlî rêkeftinên rêvebirina samanên niştimanî an jî yên derbarê serweriya Sûriyê û mafên gelê wê.
Îro, wek encamekê ji van gavên nepilankirî re, dê ev rêxistinên terrorist karibin darayîyeke ji jêderin mezin bidest bixin, û di pilan û siyasetên xwe de berdewam bimînin, paş re ewlekariya devrê têxin metirsiyê, û rê li pêşiya qonaxeke din ji wêrankirinê vekin, bi taybetî ku ev rêxistin, bi navên xwe yên corbecor û rûyên xwe yên leşkerî û sivîl û siyasî, wêneyên partiya PKK ya terrorist in, ji Çiyayê Qndîlê yê ku serkirdeyên wan lê ne tên birêvebirin, û dixwazin karê sivîl ê daxwaza mafên tevaya pêkhateyên deverê dikin asteng bikin, û deverê ber bi şer de bibin li şûna lihevkirinê, ji tirsa ku postên xwe jidest bidin, û radestî serkirdeyin têgihiştî ji nifşê nû yê sivîl bikin, lewra ev rêkeftin gefek yekser in ji paşeroja karê sivîl re li Sûriyê.
Hevbendiya Niştimanî daxwazê ji tevaya rêxistin û dezgehên navdewletî û aliyên navnetewî yên kartêker dike, ku helwestin ji dil derbarê metirsiya van rêkeftinan û yên wek wan bistînin, û van gavên ku terorê mukum dikin protesto bikin, û metirsiya wan ya mezin li ser aştiyê û yekbûna Sûriyê û deverê berçav bigirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
04 tebaxa 2020