Agahdariyeke Rojnamevanî
Hadî Albebhre
Serokê Hevbendiya Niştimanî
29.07.2014
Em wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî, kuştara “Dewleta Islamî” ko li gor belgenameyan 41Şehîd ji Leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad bûne qurbanî bi tundî şermezar dikin, goman heye ko di yekem roja Cejna Remezana pîroz de,bi serjêkirinê hatine kuştin.
Em sûr in ko Artêşa Azad bi tundî li ser parastina Sivîlan biraweste û bervedêriya wan jî bike û bê sistî di rûyê evê Rêkxistina tirorist de derkeve, li gorî ko em dibînin alayên Artêşa Azad Hêza herî rêkxistî ye û bi pirinsîpên Şoreşê pabend e û ew tenê dikare ziyana Dewleta Islamî bi paş ve vegerîne û rê li ber bigire da li ser xaka Sûriyê planên xwe bicih neke.
Dubare em dibêjin piştgiriya Artêşa Azad ew çareseriya tekane ye û tektirîn gerantî ye ji bo girtina rê li ber vegirtina Rêkxistina Daişê û jihevxistina wê, em tekez dikin ko emê peydeçûna hemû serkirde û berpirsên di Rêjîma Alesed û Dewleta Islamî de bikin, li ser evan kirde û tawankariyan û wan siza bikin di riya dadgeheke dadmend re.