Daxuyaniyek Rojnamevanî
Raportên dawiyê derbarê revandina bidehan ji welatiyên Sûriyê yên gundewarê Hesekê bi behaneyên milîperestî li ser destê rêxistina DAIŞ cihên dilrehtiyê ne , em bi giringîpêdanek mezin vê mijarê dişopînin û emê hemû bizav û karînên meyên hene di ber wan de bikar bînin.
Em dawaza serbestkirina wan ya bilez dikin, û herwiha em Civaka Navdewletî li hember kiryar û tawan û binpêkirinên rêxistina DAIŞ ê û herwiha yên rêjîma Esed haydar dikin, û Em daxwazê ji Encûmena Ewlekariyê dikin ku bi berpirsyariya xwe bo parastina aştî û aramiyê di Sûriyê de rabe.
Mihemed Yihiya Mektebî
Sekertêrê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
24 Sibata 2015