Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Hevebendiya Niştimanî ya Sûrî, hişyariyê dide derbarê dizî û talankirina berfireh ya ku niha li pey hev dubare dibe, bi riya danîna destê girûpin bi ser rijêmê ve li ser bihezaran donimên bîstanên fisteqên helebî û zeytûnan û ji bilî wan jî, li deverin berfireh ji gundewarê Hemayê yê bakur, û gundewarê Idlibê yê başûr û deverên rojhilatî Maaret Elnuhman, piştî ku bisalan e xelkên wê koçber û derbider dike.
Ji dema cenga ku hêzên rijêmê û hevalbendên wê li ser deverê pêk anîne û dest danîne ser deverin pirberhem ên berfireh li gundewarê Hema û Idlibê, nehiştin ku ti kes ji mirovên wan guh bidin wan zeviyan an berhemên wan biçinin, çi ji dêvla wan ve be an bi riya wekaleta xwedanên wan ên koçberkirî be.
Rijêmê ne tenê wekaletên koçberkiriyan ji mirovên wan re red kirine, lê tirsandin jî bikar anî da ew zevî bê guhdan bimînin, û di dawî de Hêzên Ewlekariya Leşkerî û Ewlekariya Asîmanî dest deynin ser wê deverê di bin behane û navên cuda de.
Îro , di dema nêzîkbûna werzê çinînê, mazatan ava dikin ji bo dabeşkirina berhemên bihezaran donimên fisteqên helebî, da hevalên rijêmê sûdê jê wergirin.
Piroseseke dizî û talankirina rêxistî ye, di riya binpêkirina mafên koçberkiriyan, ji bo girtina rê li pêşiya vegera wan bo welatê wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, van dosyayan datîne pêşiya civaka navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan, daxwaza destêwerdana bilez dike, ji bo nehêlana berdewamiya vê tewanê, û cextî li ser giringiya nehêlana tevaya karên dizî û talankirinê û destdanîna ser mal û milkan ya ku di wê çarçovê de çêbûye, û rawestandina siyasetên gefxwarin û derxistina astengiyên ku rijêm bikar tîne, wek nehêlana xelkê ji rêvebirina milkên xwe re, û çinîna berheman li gor mafên xwedtiya wan jê re, û kar bibe ji bo dabînkirina garantiyên li gor yasayên tevaya dunyayê derbarê çawaniya rêvebirina wan çi bi rengekî yekser be an di riya wekîlan re be.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
24 tîrmeh 2020