Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, peywendiyake telîfonî ji Hevrêzgarê Giştî yê Desteya Hevrêzkariya Niştimanî ya Hêzên Guhartina Demoqratî, Hesen Ebdilezîm wergirt, û tê de Ebdilezîm bi navê xwe û navê Ofîsa Cîbicîkirinê pîrozbahiyên xwe ji Serokê Hevbendiya Niştimanî û Cîgerên Serok û Emîndarê Giştî re pêşkêş kirin.
Û herdû aliyan nerînên xwe derbarê pêşketinên pirosesa siyasî û pêşhatên wê û pêwîstiya gihîştina çareya siyasî li gorî biryara navdewletî 2254 û pêkanîna veguhestina demoqrastî anîn ziman.
Û tekezî li ser pêwîstiya parastina yekrêziya rikberiya Sûriyê kirin, û dîtin ku ewê bi awayekî mezin di berevaniya mafên gelê Sûrî di veguhestina berve dewleteke demoqrat a piralî di bin hukimdariya yasayê de alîkar be.
Û herdû aliyan li ser pêwîstiya avakirina têkliyên bi hêz û xurt li gel Civaka Navdewletî û Dewletên Dostê gelê Sûriyê ji bo pêşvebirina pirosesa siyasî, û bilindkirina doza gelê Sûrî di civînên navdewletî de li hev kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî