Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Reva girûpek ji ciwanên beravê yên ku zordariya rijêmê ret dikin, û çûna wan bo deverên rizgarkirî, ji nû de astiya şoreşa me diyar dike, û tekeziyê li ser berpisyariyên me derbarê pirensîp û rêbazên wê dike, û erkê me derbarê welêt û şoreşê di bîra me tîne.
Bi dirêjiya deh salên bi tawan û mişt kuştin û koçberkirin, û bi dirêjiya 50 salî ji desthilata stemkar, ku jiyan bi sedema vê rijêmê têde hatiye pûçkirin, vê rijêma tawanbar Sûriya kiriye dewlwteke wêrankirî, û jîngeheke dijî miovan û bo qewtandina ciwanan ji welêt, û tenê bûye cihê tawankarî û dizî û gendeliyê.
Hejmareke mezin ji ciwanên welêt yên ji cûrbecûr pêkhat û nerînan û cûrbecûr deverên sûriyê, ji beravê ta Ferêt û ji Heleb ta Deraa, gihîştine wê baweriyê ku rêya pêşerojê bi berdewamiya vê rijêmê girtî ye, û reva ji ber pirojeyê wê yê dixwaze welat bişewtîne bijardeya wan ya tenê ye.
Biryara van ciwanan û gernasbûna wan ji nû de barê parastina şoreşê û pabendiya bi pirensîp û rêbazên wê, tevî yekîtiya sûriyê bi milet û xaka wê û mafê tevaya xelkên wê di azadî û dadwerî û rûmetê de datîne ser milê me. Ev boneyeke nû ye, di bîra me tîne ku pêwîst e em zordariyê bi tevaya şêweyên wê ret bikin, û ji erkê me ye ku em xebatê ji bo sûriya azad û avakirina sîstemeke sivîl û demoqrat temam bikin .
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
13 nîsan 2021