Hevnendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe anî ziman, derbarê derketina rapora duyemîn ya ji aliyê Tîma Lêpirsînê ya Girêdayî Saziya Qedexekirina Çekên Kîmawî derketiye, û careke din li ser bingeha encamên raporê, daxwaza liveke navdewletî li gor beşê heftemîn ji peymana Netewên Yekbûyî û li gor biryara 2118 kir.
Û di daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî de hat ku rapora dawîn weke rapora berî wê, rastiya ku hemû dizanin, ya dibêje ku hêzên rijêmê bi mebest çekên kîmawî bi kar anîne tekez kir, ji ber ku rapora nû rijêma Esed tuhmetbar dike, û raporê got ku êrîşa di riya hilîkopterê re dijî bajarê Seraqubê di sala 2018an de yaku têde bermîleke teqîner a tijî gaza kilorê hatiye avêtin , ew kiryar ji aliyê rijêmê ve pêk hatiye.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku du rapor di nav wan de salek bi temamî heye, heman encamê pêşkêş dikin, û ew bendewar e ku aliyên navdewletî yên bi rastî pabendiyê bi ewlehiya cîhanê û aramiya wê dikin û aliyên navdewletî yên çalak, berpisyariyên xwe hilgirin, û dest bi standina rêşûnên pêwîst bo sizakirina tawanbaran bikin, û nehêlin ku tawanên weha dubare bibin.
Û berê Hevbendiya Niştimanî di gelek boneyan de cextî li ser berpisyariya civaka navdewletî derbarê peyketin û sizakirina kesên di ber bikaranîna çekên kîmawî de li sûriyê berpisyar in kiriye, û hişyarî ji bandora nameyên navdewletî yên sist li ser rijêmê , her weha li ser tevaya rijêmên sitemkar li seranserî cîhanê da, ji ber metirsiya wan li ser aştî û ewlehiya navdewletî, û li ser nirxê yasaya navdewletî, û pêşeroja Encûmena Ewlekariyê û giraniya wê di cêhanê de heye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî