Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî reva girûpek ji ciwanên beravê yên ku zordariya rijêmê ret dikin, û çûna wan bo deverên rizgarkirî, ji nû de rastiya şoreşa me diyar dike, û tekeziyê li ser berpisyariyên me derbarê pirensîp û rêbazên wê dike, û erkê me derbarê welêt û şoreşê di bîra me tîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de anî ziman ku bi dirêjiya deh salên bi tawan û mişt kuştin û koçberkirin, û bi dirêjiya 50 salî ji desthilata stemkar, ku jiyan bi sedema vê rijêmê têde hatiye pûçkirin, vê rijêma tawanbar Sûriya kiriye dewlwteke wêrankirî, û jîngeheke dijî miovan û bo qewtandina ciwanan ji welêt, û tenê bûye cihê tawankarî û dizî û gendeliyê.
Û Hevbendiyê di daxwiyaniya xwe de bal kişand ser ku hejmareke mezin ji ciwanên welêt yên ji cûrbecûr pêkhat û nerînan û cûrbecûr deverên sûriyê, ji beravê ta Ferêt û ji Helebê ta Deraa, gihîştine wê baweriyê ku rêya pêşerojê bi berdewamiya vê rijêmê girtî ye, û reva ji ber pirojeyê wê yê dixwaze welat bişewtîne bijardeya wan ya tenê ye.
Û daxwiyaniyê cext kir ku biryara van ciwanan û gernasbûna wan ji nû de barê parastina şoreşê û pabendiya bi pirensîp û rêbazên wê, tevî yekîtiya sûriyê bi milet û xaka wê û mafê tevaya xelkên wê di azadî û dadwerî û rûmetê de datîne ser milê me.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku pêngava van ciwanan boneyeke nû ye, di bîra me tîne ku pêwîst e em zordariyê bi tevaya şêweyên wê ret bikin, û ji erkê me ye ku em xebatê ji bo sûriya azad û avakirina sîstemeke sivîl û demoqrat temam bikin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî