Daxwiyaniyeke Rojnamevani
Ti rojan Pirsgirêka Sûriyan ne bi hikûmetên tenê bi nav re bû, an bi encûmanekî ji encûmanên gel re bû, pirsgirêk her dem di serê rijêmê û amûrên wê yên ewlekarî û leşkerî û mafiyayên gendel ên pêve girdayî de bû.
Ev in yên ku gelê Sûriyê serî dijî wan hildaye, ew astengiya bi tenê ne li pêşiya Sûriya nû.
Vê rijêmê pir caran hikûmet guhartiye, lê welat hîn têk diçe û rewş ji pîs berve pîstir diçe, berdewamiya sedemên bobelatê tê wateya kambaxtirbûna wê.
Xerabûneke gewherî di bingeha rijêmê û desthelata sitemkar de heye, ew desthilata rijd e li ser berdewamiya stemkariya dijî Sûriyan û çarenûsa wan, û bêparkirina gel ji azadîyên wî yên sereke û mafên wî yên rewa.
Rûbirûbûna aloziyên Sûriyê, yên ku her roj mezintir dibin, li ser asta siyasî û aborî û ewlehî û mirovahî û tenduristî çênabe, bêyî guhartina bingehîn ya girêdayî bi serê rijêmê û binyata wê ya ewlekarî û istixbaratî, û ti guhartinên cidî di wan de çênebûne, û ew sedemên gewherî yên wêrankirina dijî Sûriyê û gelê bûye .
Kiryarên rijêmê derbarê guhartina hikûmetê di dema civana Komîteya Destûrî de, nameyeke naveroka wê tête zanîn, ku ev rijêm derbarê çareya siyasî ne cidî ye, û reva wê ya ji biryarên navdewletî diyar dike, ji ber baweriya sîstemên leşkerî tenê bi tundûtûjiyê tê, û guh nadin daxwazên gel û bi guleyên topan bersiva wan didin.
Riya rizgarbûna ji vê rijêma ewlekarî û avakirina Sûriyake azad û demoqrat, ya rêzê li gel bigre û mafê wî dabîn bike, bi cîbicîkirina biryarên navdewletî ve girêdayî ye, û di serî de biryara 2254 tevî avakirina desteya hukumdarî ya veguhêz a bi tevaya desthilatan.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Riberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
27 tebax 2020