Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku ti rojan pirsgirêka Sûriyan ne bi hikûmetên tenê bi nav re bû, an bi encûmanekî ji encûmanên gel re bû, pirsgirêk her dem di serê rijêmê û amûrên wê yên ewlekarî û leşkerî û mafiyayên gendel ên pêve girdayî de bû.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de yaku îro derketî de, got ku ev in yên ku gelê Sûriyê serî dijî wan hildaye, ew astengiya bi tenê ne li pêşiya Sûriya nû, û bal kişand ser ku vê rijêmê pir caran hikûmet guhartiye, lê welat hîn têk diçe û rewş ji pîs berve pîstir diçe, berdewamiya sedemên bobelatê tê wateya kambaxtirbûna wê.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî hat ku xerabûneke gewherî di bingeha rijêmê û desthelata sitemkar de heye, ew desthilata rijd e li ser berdewamiya stemkariya dijî Sûriyan û çarenûsa wan, û bêparkirina gel ji azadîyên wî yên sereke û mafên wî yên rewa.
Û daxwiyaniya Hevbendiyê bal kişand ku rûbirûbûna aloziyên Sûriyê, yên ku her roj mezintir dibin, li ser asta siyasî û aborî û ewlehî û mirovahî û tenduristî çênabe, bêyî guhartina bingehîn ya girêdayî bi serê rijêmê û binyata wê ya ewlekarî û istixbaratî.
Û Hevbendiya Niştimanî dît ku Kiryarên rijêmê derbarê guhartina hikûmetê di dema civana Komîteya Destûrî de, nameyeke naveroka wê tête zanîn, ku ev rijêm derbarê çareya siyasî ne cidî ye, û reva wê ya ji biryarên navdewletî diyar dike, ji ber baweriya sîstemên leşkerî tenê bi tundûtûjiyê tê, û guh nadin daxwazên gel û bi guleyên topan bersiva wan didin.
Û Hevbendiya Niştimanî cext kir ku riya rizgarbûna ji vê rijêma ewlekarî û avakirina Sûriyake azad û demoqrat, ya rêzê li gel bigre û mafê wî dabîn bike, bi cîbicîkirina biryarên navdewletî ve girêdayî ye, û di serî de biryara 2254 tevî avakirina desteya hukumdarî ya veguhêz a bi tevaya desthilatan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî