Komîteya Partiyan di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, hevdîtinek li gel şandek ji “Tevgera Hişyariya Sûriyê” re lidar xist, û pêre pêşhatên rewşa meydanî û siyasî û rêçên xurtkirina hevkarî û hevrêziyê ji bo rûbirûbûna astengiyên siberojê gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Serpereştê Komîteyê Uqab Yehya, û Hevrêzkarê Komîteyê Ebdellah Gedo, û Endamên Komîteyê Faroq Teyfor, Ehmed Remedan û Yihya Mektebî amade bûn, û ji aliyê şanda “Tevgera Hişyariya Sûryê” serokê Tevgerê Hesen Dixêm û herdû endamên komîteya navendî Fîras Feham û Ebas Şerîfê amade bûn.
Û amadebûyan rewşa siyasî nemaze karên Komîteya Destûrî yaku civîna wê niha li Cinêvê lidar dikeve, û ne cidîbûna rijêmê di pirosesa siyasî bi gelemperî de, û berdewamiya rijêmê û siponserên wê li ser çareya ewlekarî û leşkerî ya xûndar li welêt, berçav kirin.
Û tekezî li ser girîngiya vekirina sepetên din kirin, ji bo cîbicîkirna bi temamî ji biryarên navdewletî re û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Û amadebûyan girîngî dan pêwendiyên li gel cûrbecûr beşên civakê, û nêzîkkirina nivîskar û rewşenbîran ji xwe, her weha rûbirûbûna tundrewî û tekrewiyê, û bilindkirina asta hişyariya siyasî li ba gelê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî