Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane lidar xist, û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û karên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û yên Komîteya Destûrî ya Sûrî gengeşe kirin.
Û amadebûyan encamên hevdîtina Hevbendiya Niştimanî li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê û ya li gel Şandê Wezareta Derve ya Emrîka berçav kirin, û pirosesa pêşxistina nerîna siyasî ya Hevbendiya Niştimanî gengeşe kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî, D. Nesir Elherîrî, li ser rapora ku Hevbendiya Niştimanî ji Komîteya Şopandina Rastiyan li Bakurê Sûriyê wergirtiye axifî, û tekez kir ku xalên girîng di raporê de hene, û eşkere kir ku Endamên Komîteya Yasayî ya Hevbendiya Niştimanî vekolîn li ser rastiya wan bûyeran kirin, û gihîştin encamin nirxdar , û di demên tên de dê giringî ji aliy yasayî û ragihandinê bo wan bête dan.
Û tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî bi awayekî tam pabendiyê bi pirensîpên bingehîn ên Yasaya Navdewletî û Yasaya Navdewletî ya Mirovahî û Yasaya Mafên Mirovan dike, û got ku çi destdirêjî ji aliyê kîjan alî be nayê pejrandin, û got: “Em herdem guhdarê zelaliyê ne, û her kesên ku tewanan dikin, emê wan bo dadgehan veguhêzin, daku dadane werin dadgehkirin.
Û amadebûyan pêşketina karên Komîteya Destûrî ya Sûrî ya niha li Cinêvê lidar dikeve berçav kirin, û Elherîrî bal kişand ku Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji Şandê Desteya Danûstandinên Sûrî di Komîteya Destûrî de nû kir, û hêviyên xwe bo gihîştina komîteyê ji encamên erênî re anîn ziman, û hêvî kir ku gelê Sûrî gengeşiyên cidî bo gihîştina encamin berbiçav bibîne.
Û bal kişand ser ku girêdana hêviyan bi serkeftina karê Komîteya Destûrî ya Sûrî, ji ber wê yekê ye ku ew yek ji xalên girîng e ji bo cîbicîkirina bi temamî ji biryara 2254 re, û got: “çênabe kar di riya Komîteya Destûrî bi tenê re be, û emê hewl bidin ku dest bi spetên din jî bikin”.
Û serokê Hevbendiya Niştimanî, encamên hevdîtina wezîrê karûbarê derve yê Tirkî Mewlûd Çawîş Oxlo, ya Heftiya bûrî, û gengeşeyên derbarê hejmarek ji mijarên giring yên têkildarî pirosêsa siyasî li Cinêvê û birêvebirina deverên rizgarkirî anîn ziman, her weha pêşketinên metirsîdar li devera rojhilatî Feratê berçav kirin, û Elherîrî tekezî li ser wekheviya nerînan der bare metirsîdarbûna binpêkirinên mezin ên ku milîşyayên PYD dikin li ser yekîtiya xaka sûrî di riya pirosêsên sepandina rêbazên xwendin û hînkirinê, û biryara jimar 7 ya ku dihêle ew milîşiya mal û milkên derbider û koçberan talan bikin, û hewildanên destdanîna bi tena xwe li ser dahatên Sûriyê.
Û Elherîrî behsa hevdîtina ku doh bi şanda wezareta derve ya Emerîkî re ya bi serokatiya şanderê taybet bo Sşriyê Coyil Rayiborin kir, û got : “hevdîtin zelal û erênî bû , behsa hemî mijaran tê de hebû” û tekezî li ser miqatebûna Hevbendiya Niştimanî bi peywendiyên li gel Emerîka kir.
Û amaje kir ku roleke Waşinton a mezin û giring di dosya Sûriyê de heye, û got ku Hevbendiya niştimanî li gel wê hevkok e, lê di hin mijaran de ne wek wan dinerin.
Û tekez kir ku Hevbendî hewil dide van kêşeyan li gor bercewendiyên hevbeş çareser bike, û got: “ Em derbarê şerê dijî terorê û derketina Îranê ji Sûriyê hevnerîn in, herweha derbarê gihiştina çareseriya siyasî li gor biryara 2254 , û dorpêçkirina siyasî û diplomasî yaku Waşinton li ser rijêma Esed sepandiye û mukumkirina sizayan li hev dikin”.
Û got ku hin pirsgirêk hene em bi zelalî dibêjin, ew jî yên derbarê binpêkirinên milîşyayên PYD ne, û got ku şanda Hevbendiya Niştimanî ji aliyê Amerîkî re gotiye ku ew desthilata defakto ret dikin, û bi ti rengî ji rengan ew nahêlin ti şêweyê rêvebirina xweser ya siyasî û ewlekarî û leşkerî hebe, û dît ku ew dijî nerîna siyasî ya giştî ya Hevbendiya Niştimanî û şoreşê ne”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî