Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrihman Mustefa re civiya, û karê Hikûmetê yê dema bûrî û serkeftina mezin yaku Hikûmetê di rûbirûbûna vîrosa korona de pêkanîye gengeşe kirin.
Û Serokê Hikûmetê behsa gera xwe ya dawîn kir, yaku tê de serdana hejmarek ji pirojeyên xizmetguzarî kiribû, û li ser çawaniya karê wan axivî, û bal kişand ser ku ev piroje dê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de ji beşekî berfireh ji welatiyên li deverên rizgarkirî dijîn re alîkar bin.
Û amadebûyan karê Wezaretan û pêdviyên berdewamiya kar gengeşe kirin, û Mustefa eşkere kir ku Encûmana Wezîran di karê cîbicîkirina pilana Hikûmeta Demkî de di warê xurtkirina ewlekarî û aramiyê û avakirina saziyên xizmetguzarî û çakkirina karta tenduristî û fêrkirinê de berdewam e.
Û Mustefa bal kişand ser rêşûnên ku Hikûmeta Demkî û Wezareta Tenduristîyê bi hevkariya digel tevaya Wezaretan ji bo rûbirûbûna vîrosa korona pê radibin, û got ku”tevî karînên lewaz, lê dîsa jî rêşûnên pêkhatine ta niha bi awayekî mezin sînor li pêşiya belavbûna vîrosê daniye”.
Û Mustefa rêkeftin û lihevhatinên Hikûmeta Demkî li gel hejmarek ji saziyên xizmetguzariyê lidar dixe berçav kirin, her weha saziyên berî bi çand rojan hatine vekirin bi boneya derbasbûna çar salan di ser rizgarkirina deverên gundewarê Helebê di riya operasyona Mertala Feratê re, û tekezî li ser pêwîstiya berdewamiya piştgiriya pirojeyên nû yên ji bo çakkirina rewşa sivîlan kir.
Û Endamên Desteya Siyasî piştgiriya xwe ji Hikûmeta Sûrî ya Demkî re nû kir, û girîngî dan hêzdarkirina Hikûmetê daku di karê pêşkêşkirina çêtirîn xizmetguzarî de serkeftî be.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî