Tora Sûrî ya Mafên Mirova, di daxwiyaniyeke xwe de duh pêncşemê anî ziman, ku berî sê rojan wê raporek ji Komîteya Taybet bi mafên Mirovan, ya girêdayî Netewên Yekbûyî, re derbarê binpêkirinên rijêma Elesed di çar salên bûrî de pêşkêş kir.
Û li gorî ku Torê weşandiye, raporê bi awayekî sereke girîngî daye kuştina derveyî çarçoveya yasayê, girtin, binçavkirina bi kotekî, îşkencekirin, dijatiya azadiya derbirînê û baweriya bi nerînên siyasî û avakirina partiyên siyasî, awarekirina kotekî ji sivîlan re û destdînana ser malûmilkan ji tebaxa 2016 ta tebaxa 2020.
Û di raporê de hat ku serhejmariya qurbaniyên sivîl yên rijêmê kuştine, gihîşte 13,278 sivîlên sûrî, di nav de 2,773 zarok bûn, û diyar kir ku derdora 21%ji qurbaniyan zarok bûn, û 1,445 jin bûn, anku derdora 11% ji rêjeya qurbaniyan jin bûn.
Û raporê anî ziman ku toreyê 52 êrîşên kîmawî ji tebaxa 2016an de ta tebaxa 2020an belge kirine, û rapor li ser siyaseta dorpêçkirin û birçîkirinê û nehêlana derbaskirina alîkariyên mirovahî axiviye, û kuştina 109 sivîlan di nav de 33 zarok û 19 jin ta dema nivîsandina raporê tomar kiriye.
Û bal kişans ku hêzên rijêmê operasyonên kuştina derveyî zagonê di riya sê şêweyên sereke re kiriye, û hîn jî berdewam e, ew jî: îşkencekirina ta kuştinê, bidarvekirina derveyî dadgehên yasayî yên rewa, û bombebarana bi mebest li ser taxên nişteciyan.
Û raporê tekez kir ku rijêm di pişguhxistina mafên mirovan û pirensîpên peymana navdewletî ya siyasî û ya sivîl de berdewam e, û got ku Sûriya rastî pêleke mezin ji binpêkirinên mafên mirovan hatiye, li ser destê desthilata hukumdar piştî sala 2011an.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî