Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hêj 400 hezar hevwelatî li bajarê Dêra Zorê ji aliyê Rêkxistina Dewletê û Rêjîmê ve dorpêçkirî ne. Li gora ko tê xuyakirin rol li hev dabeş kirine, Rêkxistin Dewletê nahêle karwanên alîkariyên mirovî û pizîşkî di rêyên bej re bên û Rêjîm jî daxwazên Xaça Sor napejirîne ko alîkarî û xwarin û derman di Firokxaneya bajêr re bên ko hêj di bin destê hêzên wî de ye. Her du alî bi hev re li ser Sivîlan dorpêça pilankirî pêk tînin.
Em di Hevbendiya Niştimanî de kirdeyên her du aliyan protesto dikin, lê em ev tiştê li hundirê Dêra Zorê çê dibe berpirsiyariya mezin dikin hustê Rêjîmê, çimkî ew alîkariyê di dorpêçkirinê de li ser bajêr dike û derdkêşiya Hevwelatiyên dorpêçkirî zêdetir dike, ew jî da ku li ber Encûmena Ewlekariyê xwe bigirîne û bi rola qurbanî rabe.
Her wiha em dozê li Netewên Yekbûyî û Dezgehên wê yên hawarhatinê dikin, yên ko li ser danûstandinê bi Rêjîmê re sûr in, ku fişarê bidin ser Rêjîmê da alîkariyên mirovî bilez ji Sivîlên dorpêçkirî re derbas bibin. Li gora cîbicîkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya hejmar 2139 ya ko ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji bo Herêmên dorpêçkirî derçûye.
Bi taybetî ko nexweşî di nav Sivîlan de belav bûne piştî ko heyberên pakkirina ava vexwarinê nemane û birrîna kehrebê ya li serhev ya ku ket roja 15 an de, ji ber wê jî Dibistanan ji pirbûna Spî û gurrîbûnê û nexweşiyên din wek kulbûna kezebê (A) û Tîfo dergehên xwe girtine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
6 Nîsan 2015