Hevbendiya Niștmanȋ Sȗrȋ kiriyarȇn rejȋma Esed ȗ Rȇxistina Dewletȇ ” Daiș” bi dijwartirȋn gotin șermezar kirin, ȗ tȇ de dorpȇçkirina bajarȇ Dȇra Zorȇ ku rejȋma Esed pirsyariya mezin ji bȗyerȇn ku li hindirȇ wî bajarî dibin hildigre, ji ber alȋkariyȇ di temamkirina dorpȇçirinȇ li ser bajȇr dike, ȗ ȇșa sivȋlȇn dorpȇçkirȋ li wir zȇde dike.
Hevbendiyȇ destnȋșan kir ku rejȋma Esed sȗdewegira mezin ji dorpȇçkirinȇ ye, da ku li ber deriyȇn Encumena Ewlehiyȇ bigrȋ, ȗ xwe bixe șȗna qurbaniyȇ de.
Hevbendiyȇ ji Netewȇn Yekbȗyȋ ȗ saziyȇn wan ȇn hawarçȗnȇ ku danustendinȇ bi rejȋmȇ re dikin xwest ku kar bikin bo zextȇ li rejȋmȇ bikin bo derbaskirina alȋkariyȇn lezgȋn ji sivȋlȇn dorpȇçkirȋ re, li gor biryara Encumena Ewlehiyȇ nemre 2139 ku ji mercȇn wȇ derbaskirina alȋkariyȇn mirovahȋ bo hemȗ deverȇn dorpȇçkirȋ re ye.
Hevbendiyȇ bal kișand ku bajar ketiye ber nexweșiyan piștȋ nemana bȗjenȇn paqijkirina avȇ, ȗ berdewamiya qutkirina kehreba ji berȋ 15 rojan de, dibistanan ji ber belavbȗna spȋ ȗ gurȋbȗnȇ ȗ hin nexweșiyȇn dȋ mȋna kulbûna kezebȇ ȗ tȋfo deriyȇn xwe girtine.
Hevbendiyȇ diyar kir ku rejȋma Esed xwestekȇn Xaça Sor bo gihiștina alȋkarȋ, xwarin, ȗ derman ji 400 hezar sivȋlȋ re di riya firokxaneya bajȇr ku hȋn di bin destȇ hȇzȇn wȋ de ye qebȗl nekir, ji hȇleke dȋ ve Daiș nahȇle karwan xwarin ȗ dermanan derbas bibin bajȇr, ev yek mȋna guhertina rolan e bi awayekȋ lihevkirȋ ta dorpȇçkirin li ser sivȋlan ji hȇla rejȋm ȗ rȇxistinȇ temam bibe.
Hȇja ye gotinȇ ku Daiș dorpȇçkirinekȇ ji berȋ sȇ heyvan de li ser taxa El- Cȗra ȗ El – Qisȗr li Dȇra Zorȇ ferz dike, nahȇle sivȋl, xwarin, ȗ derman derbas bibin, herweha peywendȋ lȇ qutkirȋ ne, ji bilȋ ku rejȋma Esed nahȇle sivȋl jȇ derkevin.
Bi armanca parastina sivȋlȇn dorpȇçkirȋ di hindirȇ taxȇn bajȇr de, ku pirȇn wan sivȋl in, çalakvanȇn ragihȇner ȗ mafnas helmetek bi navȇ “Dorpȇçkirinȇ ji Ser Dȇra Zorȇ Hilȋnin” berdan.
Jȇder: Hevbendȋ