Agahiyek Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî
26ê Tebaxa 2014z
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bihntengiya xwe ji ji koma derewên ku Welîd Elmuelim wezîrê derve yê Sûrî di kongirê xwe yê rojnamevanî de25/8/2014 kirin anî ziman.
Rijêma Esed ji kevin de mezintirîn aliye ku piştgiriya rêxistinên terorist dike û mînak pirin û nayên jimartin, û Şakir Elebsî yek ji wan mînakan e. Serok wezîrê Îraqê Nûrî Elmalikî êvara teqînên tîrorîstî li bexdayê di tebaxa 2009an de Beşar Esed gunehbar kir bi pîlandanînê û hevkariyê bi rêxistina Dewleta Islamî re ji bo cîbecîkirina wan kiryaran.û di 1/9/2009an Malikî tekez kir ku piraniya teqînên tîroristî yên ku li Îraqê dibin jêdera wan rijêma Esed e.
Sûrbûna Welîd Elmuelim li ser hevkariyê bi civaka nêvnetewî re ji bo şerê Daişê, dijî wê rastiyê ye ku rijêm bixwe rêxistinên terorîst ava kirine, û nelêdana wî ji baregehên Daiş re demke dirêj ne veşartî bû.
Rijêma Esed ya ku dixwaze biryara navnetewî 2170 berhênan bike ji bercewendiyên xwe re, û ji cîhanê re diyar bike ku ew amadeye û dikare li tîrorê dide, û dohbû bi pîlangerî firokxana Reqayê radestî Daiş kir.
Rêxistinên mirovahî yên navnetewî tevan kiryarên Esed di êşkence û gemkirina gelê sûrî de û bi karanîna çekên kîmawî şermezar kirin,ku ew e yê ku 191 hezar mirovên sûrî kuştine li gor serhejmarên neteweyên yekgirtî,ji lewra ew gotinên ku Muelim gotine ku rijêm jana tîroristiyê dikşîne derewek erzane.
Hevbendiya niştimanî sûrî berî her kesî hişyarî da li ser metirsiya “Dewleta Islamî”,û artêşa azad şerê wê ji destpêka sala 2014an de li gelek deveran kir û ta niha dike, lê rijêma Esed bi keysbazî sûde ji wî şerî werdigirt, û artêşa azad û gund û bajarên aram topbaran kirin.
Hevbendiya Niştimanî Sûrî bangê li civaka navnetewî dike ji bo şerê tevaye rêxistinên tîrorîst, bi taybetî rijêma Esed û Daiş û çeteyên Hizbullah û Îranê Û Îraqê yên ku tewanan dijî gelê sûrî dikin.
Dilovaniya xweda ji şehîdan re
Saxî bo birîndaran
azadî ji girtiyan re
Serfirazî û azadî ji sûriyan re.
Bijî Sûriya.