Îro Berpirsiyarine Emerîkî gotin ko Emerîka bi derketinên asîmanî yên çavdêriyê li ser Sûriyê bi erêkirina serok Obama dest pê kirine. Acansa Esoşiyêtid press ji devê wan Berpirsan yên ko navên wan ne got nûçe guhast ko “Pêdivî bi operasiyonên asayişî yên belgekirî ji Sûriyê heye û derketinên çavdêriya asîmanî navgîniyeke ji bo agahdariyan qezenc bikin, berî ko êrîşan li dijî Daiş li Sûriyê pêk bînin.”
Ji aliyekî din ve berdevkê Koçka Spî Coş Ernist got: “Ew li ser Biryara Obama ya li ser derketinên çavdêriyê li ser Sûriyê tu tiştî nabêje” herweha got: “Serokê Emerîkî tekez dike ko ew amade ne bi operasiyonên leşkerî rabin dema pêdivî hebe û gava hevwelatiyên Emerîkî têkevin metirsiyê û bê ko li sînoran bipirsin dê êrîşên xwe bikin.”
Berdevka Encûmena Asayişa Netewî Kîtlên Haydin doh tekez kir“ Em li ser kêşeya ewlekariyê tiştekî nabêjin, lê belê wek em herdem dibêjin emê hemû karînên ko bi destê me bên em ê bikar bînin.”
Ji bo agahdariyê yekşemba buhûrî Komariyan doza operasiyonên Emerîkî li ser Daişê li Sûriyê û Îraqê kirin, herweha Obama tawanbar kirin ko bi siyasetine neserketî digire, ku nikarin gefên Daişê li ser xaka Emerîka rawestîne.”
Serokê Desteya Erkan ya hevbeş ji Hêzên Çekdar yên Emrîkî re Martin Dîmbisî got:“Gerek fişarê bidin ser Rêkxistina Daiş li Îraq û Sûriyê û têkbirina wan şiyanên berdewam jê re divên”
Jêder: Elşerq Elewset+Elcezîre