Di nûtirîn raporta Netewên Yekgirtî de, Bankî Mon Emîndarê Giştiyê (NY) amaje kir ku:” pêşketinek ketiye karên gihandina alîkariyên mirovahî bo Sûriyê, piştî pesendkirina Encûmena Ewlekariya navnetewî di heyva bûrî de li ser biryara gihandina alîkariyên mirovî bi riya Sînorên Sûriyê bê pejirandina rêjîma Esed”. û emîndarê giştî hoşyarî da ji nehêlana ” gihandina karmendên firyaçûnê bo 10.8 milyon Sûriyên pêwîstedar bi alîkariyên mirovî”. herwiha Bankî Mon got ku ” alîkariyên pizêşkî û di nav wan de alavên niştegeriyê di meha bûrî de gihiştin hin navçeyên li jêr kontrola Artêşa Azad”. û ev alîkariyên mirovî yên hatîn şandin bi rêka Sînorên Sûriyê ji keresteyên xwarinê bo bêhtir ji 67 hezar kesan re, û ava vexwerinê û kersteyên taybet bi saxlemiya giştî bo nêzîkî 75 hezar kesî re,û keresteyên nojdarî bo nêzîkî 110 hezar kesî pêktên. Hêjayî bîranînê ye ku Encûmena Ewlekariya Navdewletî biryara 2165 ya di heyva bûrî de bi piraniya dengan pesend kir ya ku rê da gihandina alîkariyên mirovî li ser çar xalên sinorî digel Tirkiya û Êraq û Ordinê bê pesendkirina rêjîma Esed.
Jêder: Elheyat