Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Ji destpêka dijminkariya Rûsiyê li ser Okranya, Hevbendiya Niştimanî ya nûnera rewa ya gelê Sûriyê ye, şermezarkirina xwe ji vê êrîşa hovane re ragihand, û ew wek binpêkirinê ji serweriya dewleteke serbixwe ya endam di Netewên Yekbûyî de re dît, û wek wêrankirinê ji jiyana miletekî aram re, gunehê wî tenê ew e ku dixwaze jiyaneke azad û demoqrat bijî, lê nerî.
Gelê Sûriyê careke din tekeziyê li ser piştgiriya xwe ji gelê Okranî yê dost re dike, û hevkariya xwe li gel berxwedana wî ya mêrane li himber êrîşa hovane ya ku xak û dewleta wî armanc dike diyar dike, û tekez dike ku herdû milet rûbirûyî dijminekî hevbeş dibin ew jî rijêma Rûsî ye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekeziyê li ser nerewabûna rijêma Esed ya tawankar dike, û dibêje ku ew nûnertiya Sûriyê û gelê wê di civînên navdewletî de nake, û tekez dike ku çênabe dengdana wî di Netewên Yekbûyî de ya dijî pirotestokirina êrîşa Rûsiyê wek nûnertiya gelê sûriyê bête dîtin, lê tenê ew dengdana peyrewekî ye, ew jî Beşar Esed e, ji axayê xwe re ku navê wî Fladîmêr Putin e.
Ew helwesta şermezarkirî ya rijêma Esed ya piştgiriya êrîşa rijêma Rûsî li ser Okraniya û terorkirina gelê wê dike, ku ji encamê bi sedên hezaran ji wan bûne penaber û derbider, li gorî xwezaya vê rijêma tewankar û kiryarên wê yên teroristî yên dijî gelê Sûriyê ne.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku neqewitandina rijêma Esed, ya ku kirêttirîn komelkujî dijî gelê Sûrî pêk anîne, ji Netewên Yekbûyî û tevaya rêxistinên navdewletî, şaşiyeke pir mezin e di warê danustandina navdewletî bi dosya Sûriyê re.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku wek çawa divê civaka navdewletî dijî dijminkariya Rûsiyê li ser Okranya derkeve, di heman demê de jê tê xwestin ku siyasetên xwe yên berê derbarê Sûriyê û gelê wê serrast bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
03 adar 2022