Ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, xoleke rahênanê bo girûpek ji xwendekarên kolîja zanyariyên siyasî li zanîngeha Helebê ya azad derbarê analîzekirina gotara siyasî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê li dar xist.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Necîb Rehmon, got ku armanc ji rahênanê ew e ku asta hişyariya siyasî li bal tevaya beşên civaka Sûrî bilind bike, nemaze li bal xwendekarên zanîngeh û kolîjan.
Û xola rahênanê yaku sê rojan berdewam kiriye, ji aliyê semînardaner û rahênerê navdewletî Mustefa Elîsa rêve çû.
Û di xolê de hin agahî û gotarên siyasî yên ji hêla Hevbendiya Niştimaniyê ve derketine hatin analîzekirin, her weha analîzekirina daxwiyaniyên ku ji hêla hejmarek ji desteyên siyasî ve derketine û yên ku ji aliyê Yekîtiya Rojnemevanên Azadîxwaz derketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî