Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaza hilanîna rewaya navdewletî ji ser rijêma Esed û qewtandina nûnerê wê ji Netewên Yekbûyî kir, û xwest ku kursiyê Sûriyê bidin Hevbendiya Niştimanî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê.
Ev jî di civîna rolane ya Desteya Siyasî de hat, û têde amadebûyan tekez kirin ku rijêma Esed bi awayekî ne rewa kursiyê Sûriyê di Netewên Yekbûyî de dagîr dike, û fermanên Putin cîbicî dike, û ev yek tekez dike ku ew kursî bo berjewendiyên teng yên xizmetkariya rijêmê û Rûsiya tenê bikar tîne.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku dengdana rijêma Esed li gel Rûsiya dijî biryara ku êrîşkirina Rûsiya li ser Okranya şermezar dike, nûnertiya Sûriyê yaku gelê wê li gel gelê Okranya rawestiyaye nake, û tekez dike ku rijêma Esed dûvçilkiya Rûsiya dike.
Û Desteya Siyasî diyar kir ku rijêma Esed curbecûr tawanan dike, û gefê li aştiya herêmî û ya navdewletî dike, wek Rûsiya yaku îro aştiya navdewletî xistiye bin gefan de di riya binpêkirina yasaya navdewletî û dijminkariyên li ser serweriya dewletan re.
Û Desteya Siyasî biryar standin ku dê pêwendiyan li gel Netewên Yekbûyî ji bo vegerandina kursiyê Sûriyê û dana wê bo gelê Sûriyê wek xwediyê wê yê resen bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî