Daxuyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî Sûrî pîrozbahiya Jinên Sûrî di Roja Jênê Ya Cîhanî de dike, û sipasiya ked û karên dayikan û gêncên jin di hemî warên şoreşê de dike, û tekez kir ku ew stûna şoreşa Sûrî ne, dilsozî û bînfirehiya wan û hezkirina wan ji azadiyê re , fakterekî sereke bû di xweragiriya gelê Sûriyê de di dijwartirîn rojên xebatê de.
Jinê cihê xwe yê xuristî ji destpêka şoreşê de girt, dema hevrêzî damezirandin û xwepêşandan û mangirtin û helmetên hişyarkirinê û pêkanîna fişaran û yaxîkarî dikirin, heta bi çalakiyên fêrkirin û perwerde û tenduristî û hewarçûnê , û pirojeyên piştgiriya girtiyan û dabînkirina piştgiriya derûnî ji kesên hewcedar re û derxistina belavokên li ser pelan û çîrokên wênekirî, û jina Sûrî karîbû di demek kurt de xwe berde warê ragihandin û telefizyon û radiyo û şano û nivîsandin û wergirandinê , heta bi karê siyasî û leşkerî jî kir.
Îro divê em di bîra xwe de bînin,divê hestek rasteqîne bi mere hebe ku jin û mêr di bin dar û qamçiyan de êş û azaran dikişînin,di zindanên neman û mirinê de yên ku jiyanê ji laşên wan dimijin, eger em birastî bi wan bihestin , divê ev tişt di helwest û biryarên me yên tekane û giştî de diyar bibin, û em li gor vên û daxwazên wan jin û zarok û mêr û kalên di binê zindanan de dijîn û yên bêwar û derbeder penaberin karê xwe bikin.
Bê goman jina sûrî ya efrandyar wê karibe beşdariyê di rêvebiriya şoreşê de bike berû serkeftinê,û wê karibe şermiya cîhana bê deng bişo, û wê karibe wateya rasteqîne ji mirovahiyê re li her derê hişyar bike, û beşdariyê di danîna sîstemeke siyasî ya nû ji cîhanê re bike, ku yasa bingeha wî be ne hêz û zordarî ,dadmendî li şûna tolhildanê,û wekhevî li şûna vîtoyê.
Muhemed Yihya Elmektebî
Sekreterê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
8 Azara 2015