Piştî du rojan ji civatan duh 8ê adarê Emaneta Giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Qamişlo civata xwe bi dawî kir, û daxwaza rawestandina helbijartinên şaredariyan ji TEV-DEMê kir.
Peyamnêrê me li Qamişlo ragihand ku mijara sereke ku hate gotûbêj kirin ew bû hilbijartinên şaredariyan yên ku rêvebiriya xweser ya bi ser Tevgera Civaka Dimuqrat ve ragihandine
Ibrahîm Biro Endamê Emaneta Giştî ya ENKS ji mere diyar kir ku ew di civata xwe de li ser vê biryara tek alî ji hêla TEV-DEM de rawestiyan û biryara pêkanîna şandekê hat dan da helwesta ENKSê bighîne TEV-DEMê.
Her wiha Biro tekez kir ku “eger helbijartin neyên rawestandin wê helwesteke me ya din hebe”.
Tê zanîn ku roja înê 13vê heyvê hatiye destnîşan kirin ji bo destpêkirina helbijartinan .
Jêder: Hevbendî