Duh yekşemê Encumana xwecih ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve li Amûdê alîkarîya diravî li ser 16 malbatên ku ji bajarokê Tiltemir koçber bûne belav kir, li gor ku Welat Ûcê endamê xwecihiya Amûdê ji malpera mere diyar kir.
Ûcê got” piştî ku me naskir ku çend malbatên koçber hene me 15 hezar lîreyên Sûrî dan her malbatekê ” .
Şînda Hisên keçke ji Tiltemir e, spasiya xwe ji xwecihiya Amûdê û hemû xelkên bajêr re ji bo alîkariya wan bi penaberan re anî ziman
Tê zanîn ku xwecihiya bajarê Amûdê alîkariya bi vî rengî pêşkêşî koçberên Kobanê û Hesekê jî kiribû .
Jêder : Hevbendî