Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Îro sêşembê, hêzên rijêmê komelkujiyeke nû pêk anîn, têde bidehan sivîl şehîd ketin û birîndar bûn, piştî balafirên rijêmê taxên niştecihan li nava bajarê Idlibê û taxa pîşesaziyê bi hejmarek ji mûşeken armanc kirin, û bûn sedema ketina şehîd û birîndaran û çêbûna wêraniyeke mezin li herêmê, û tîmên berevaniya sivîl berê xwe dan deverê ji bo rizgarkirina birîndaran û rakirina qurbaniyan.
Her dema ku rijêm û Rûsiya tûşî ziyaneke siyasî an meydanî dibin, bi rijandina xwîna zarok û xelkên me vedigerînin, di riya pirkirina kuştinê û şerê dijî sivîlan.
Sûriyan xweragiriyeke efsaneyî diyar kirin, di rûyê tewankar û kujeran de, ên ku bi dirêjiya salane Rûsiya û Îran û rijêma Esed rêveberiya wan dikin, û ew berdewam in di xweragiriya xwe de, di dema tunebûna rola civaka navdewletî û redkirina wê ji rahiştina berpirsyeriyên xwe re.
Ew qehremaniya ku lehengên artêşa azad li Idlibê îro dikin, ew baştirîn bersiv e li ser komelkujiyên ku Rûsiya û çeteyên Esed û Îranê pêktînin, lê îro ji cîhana azad tê xwestin ku destpêşxeriyekê bike û pişta tabûrên şoreşê bigire, di şerê wan ê li dijî dagîrkeran li Idlibê, û parastina xelk û jin û zarokên wê ji tewankariya Esed û patronên wî, û herweha ji wan tê xwestin ku tevbigerin ji bo xelkê bakurê Sûriyê li cihên xwe bimînin, û beşdariyê di vegera bisedhezarên derbideran bo ser gund û bajarên xwe yên balafirên Rûsiyê ew ji jê koçber kirine.
Serkeftin ji qehremanên me re,
Dilovaniya xwedê ji şehîdan re,
Saxbûn ji birîndaran re.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Beşê Ragihandin û Peywendiyan
11 sibat 2020