Daxuyaniyek Rojnamegerî
Mîna bersivekê li ser ragihandina Rûsya ji veguheztina wê ji sîstemin berevaniya azmanî pêşketî re bo Sûryayê, jêdereke berpirs di Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî weha ragihand:
Jibilî êrîşên wê li ser miletê Sûrî, ku bi sedan qurbanî ji 30 Ilûnê/ Sebtembera bûrî de encam dan, Rûsya hejmarin bêtir ji leşker û cebilxaneya cengê ber bi navend û firokxaneyên leşkerî yên li navek û Rojavayê Sûryayê ew dagîr kirine dibin,.
Çekên Rûsya vediguhêze Sûrya,û ji wan sîstemin berevaniya azmanî, û sîstemin taybet bi cenga li ser erdê û karê hêzên taybet, ne li gor gotina wan e ku digotin destwerdana wan bi şerê dijî tirorê girêdayî ye, û destnîşan dike ku ew dagîrkirineke demdirêj e, û hewldanek bo perçekirina Sûryê ye, û avakirina deverin desthilat ji xwe re, û yek car ne li gor peymana wan li Cinêv û Viyêna ye, ku divê yekîtiya dewleta Sûrî biparêze, û rûmeta serweriya wê bigre.
Hevbendiya Niştimanî dozê li Hikûmeta Rûsî dike ku yekser hêzên xwe ji hemû erdên Sûrî bikişîne, û hişyariyê dide ku berdewamiya wê di destwerdana leşkerî de dihêle milletê Sûrî û Artêşa Azad danustendinê mîna hêzeke dagîrker pê re bike, û bi hemû awayên berdest dijî wê raweste.
Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî
Nivîsgeha Ragihandinê
5 Mijdarê/ November 2015