Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Operasyona mertala buharê berê û hîn jî li ser asta meydana Sûriyê giringtirîn guhartin bû, û wê bandorek berbiçav li ser Hevkêşeya siyasî hişt.
Hevrêziya ku di navbera Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkiyê de çêbûye sînorek li pêşiya zordariya rijêmê û hevkarên wê danî.
Serkeftinên mezin ên ku Operasyona Mertala Buharê di dema bêdengiya cîhanê tevî derbarê derdeseriyên gelê sûrî yên berdewam de hatin, û wê operasyonê nehêşt ku bobelateke mirovahî ya dîtir li bakur pêk were, û nehişt ku pêleke koçberkirinê nû çêbibe.
Operasyona Mertala Buharê wek bersivdanekê bû ji bangên sûriyan re, wek pêngavekê bû daku hinekî ji hestên mirovahiyê yên li ser asta navdewletî winda bûye qerbo bike.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ku bijardeyên xwe derbarê rewşa li sûriyê li gorî waneyên vê operasyonê deyne, û divê bizanibe ku pêdvî bi mîkanîzmeke navdewletî ya xwedan desthilateke rasteqîn heye, daku tewanê rawestîne û biryaran cîbicî bike, û tewanbaran siza bike.
Rûmet bo pakrewanên Mertala Buharê ji lehengên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Artêşa Tirkiyê
Serkeftin bo şoreşa gelê Sûriyê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofisa Ragihandin û Peywendiyan
28 sibat 2021