Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, bi serdaneke fermî bo Herîma Kurdistana Îraqê radibe, û serdan dê sê rojan bidome, û têde Şandê Hevbendiyê dê li gel berpirsên Serdariya Herêmê û Serokê Partiya Demoqrart a Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî bicive.
Û herdu Cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar û Rûba Hebûş û Emîndarê Giştî yê Hevbendiyê Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Pêwendiyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Mihemed Silo û Yasir Ferhan hevaltiya Serokê Hevbendiya Niştimanî dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di riya vê serdanê re bizavê li ser xweşkirina têkliyên dualî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistana dike, û şand dê behsa dozên deverê û pêşeroja wê û hevrêzkirina helwestên hevbeş derbarê astengiyên ku rûbirûyî deverê dibin bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî