Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, hevdîtiek li bajarê Stanbolê li gel Nûnerê Navdewletî yê Taybet bo Sûriyê Ger Pederson lidar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî kirin.
Û Elebde di hevdîtinê de naveroka nameya ku Desteya Danûstandinê aresteyî Encûmena Ewlekariyê kiriye berçav kir, û têde got ku ew dikare rêya siyasî û rêça Komîteya Destûrî bi awayekî mezin çalak bike.
Û Elebde tekez kir ku rêbaza durust ew e ku dem winda nebe, û pabendî bi karê Komîteyê li gorî belgeya rêzikên rêşûnî bibe.
Û Elebde di hevdîtinê de cext kir ku divê mîkanîzmeke çalak hebe, daku kar li ser cîbicîkirina biryara navdewletî 2254 bibe, bêyî ku ti bendên wê li derve bimînin, û dît ku kar li ser bendekê û bidûrxistina bendên din dema sûriyan û civaka navdewletî winda dike, û bal kişand ser ku divê ku xebatên herêmî û navdewletî jî bo piştgiriya pirosesa siyasî bi yek bin.
Û Elebde tekezî li ser pêwîstiya pêşketinke cidî û rasteqîn di doseya girtiyên di zîndanên Esed de yên ku rastî zordarî û îşkenceyan tên kir, û got ku rijêm naxwaze ku ti pêngav di vê doseyê de bên avêtin.
Û Elebde cextî li ser pêwîstiya fişarên navdewletî li ser rijêmê û piştgirên wê ji bo serbestberdana girtiyan û diyarkirina çarenûsa binçavkiriyên kotekî kir, û di hevdîtinê de got ku girtî û xelkên wan û tevaya sûriyan bihayê windakirina demê didin.
Û Elebde eşkere kir ku wî cidîtî li bal nûnerê navdewletî hest kir, û erêniya wî derbarê pêwîstiya dîtina mîkanîzm û rêbazeke çalak bo pêşdebirina rêya siyasî û biryara 2254an, bêyî ku xwe di ser çi bendan ji bendên wê re bavêjin, û got ku ev cidîtî weke daxwazên me ji destpêkê de ye, ji ber ku çareya li sûriyê perçe û dabeş nabe, û biryara navnetewî zelal e, û pêdvî heye ku bi lezgîniya gengaz berve cîbicîkirina tam here.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî