Komîta Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiyê ya Niştimanî ya Sûrî civînek ji dûr ve li gel Tîma Xortên Xêrxwaz ya Xwebexş li bakurê rojavayê sûriyê civiya, ji bo behskirina çalakiyên ku dê Hevbendî li gel saziyên civaka sivîl bi helkefta salvegera dehemîn ya destpêkirina şoreşa Sûriyê bike.
Hevrêzkarê dosya saziyên civaka sivîl ya Hevbendiya Niştimanî D.Zuhêr Mihemed her weha endama Hevbendiya Niştimanî xanim Kîfah Murad di civînê de beşdar bûn, û ji aliyê saziyê ve Ehmed Hindawî û Himûd Elqeys amade bûn, û behsa awayên hevrêzkarî û hevkariyê ji bo yekkirina çalakiyên bîranîna şoreşa Sûriyê kirin.
Hevrêzkarê saziyên civaka sivîl behsa bizavên Hevbendiyê ji bo berdewamiya peywendiyan li gel tevaya qatên gelê Sûriyê kir, ji ber ku ew dezgeha niştimanî ya fermî ya ku nûnertiya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di nav aliyên navdewletî de dike ye, û bal kişand ser ku divê tevaya Sûriyan sûdê ji vê danpêdana navdewletî wergirin û peywendî û hevkarî û hevrêziyê di tevaya çalakiyên ku dikevin bercewendiya şoreşa Sûriyê de mukum bikin.
Û endama Hevbendiya Niştimanî Kifah Murad behsa çalakiyên ku karê pev re li ser wan dibe û her weha çalakiyên hevbeş di vê helkeftê de kir, û bal kişand ser şêweyê karê tîmê û karên ku dibin ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkên me yên di kampan de re, di riya naskirina şêweyê karê saziyên sivîl li deverên rizgarkirî.
Û ji aliyê xwe ve hevrêzkarê tîma xwebexş Ehmed Hindawî, amaje bi karê ku dê di vê helkeftê de bibin di riya rêxistinkirina mihrecanan li parkên giştî yên li bajarê Izazê di dema vejandina bîranînê de kir, û behsa daxwaza tîmê ya ku dixaze çalakî di bin çavdêriya Hevbendiya Niştimanî de bin kir.
Û herdû aliyan di dawiya civatê de li ser beşdariya di programê giştî yê ahengê de yê ku dê Hevbendî bi helkeftata salvegera dehemîn ya destpêkirina şoreşa Sûriyê amade bibe li hev kirin, û hevrêzkariyê li gel emîndariya giştî bikin, ji bo lihevkirina li ser çalkiyên ku dê werin kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî