Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li gel Serokê Payedar Mesûd Barzanî li Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê civiya, û herdu aliyan behsa têkliyên dualî û giringtirîn dozên hevbeş li deverê û dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî kirin.
Û di hevdîtinê de herdu Cîgirên Serokê Hevbendiyê Ebdulhekîm Beşar û Ruba Hebûş û Emîndarê Giştî Ebdulbasit Ebdulletîf û Hevrêzkarê Têkliyên Derve Ebdulehed Istêfo û Endamên Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî û Mihemed Silo û Yasir Elferhan amade bûn.
Û Elherîrî helwestên pirensîpî û neguhêr ên Serok Berzanî û Herêma Kurdistanê derbarê şoreşa Sûriyê ji destpêka şoreşê de bilind nirxandin, û behsa rola mezin ya Herêmê di piştgiriya gelê sûrî de û daxwazên wî daku ji rijêma tewanbar rizgar bibe, her weha piştgiriya daxwazên gelê sûrî di azadî û rûmetê de kir.
Û Elherîrî tekezî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî bi berdewamiya têkliyên li gel herêmê ji bo rûbirûbûna astengiyên metirsîdar yên li deverê û nemaze li Sûriyê kir, bi taybet metirsiyên ku Milîsên Rijêma Esed û rijêma Îranî û rêxistinên teroristî wek Elqaîde û Daiş û PKK çêdikin.
Û Elherîrî cext kir ku şoreşa sûriyê ji bo tevaya sûriyan e, û behsa leheng û pakrewanên şoreşê û di pêşî de pakrewan Mişel Temo yê ku xwîna xwe ji bo rêya azadî û rûmeta gelê sûrî rijandiye kir.
Û ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekezî li ser berdewamiya piştgiriya gelê sûrî di şoreşê de ji bo pêkanîna hêviyên azadî û rûmetê kir, û tekezî li ser piştgiriya Hevbendiya Niştimanî bi hemû pêkhatên wê ve û di nav de Encûmena Niştimanî ya Kurd di xebatên ji bo pêkanîna veguhestina siyasî û guhertina demoqrasî li sûriyê kir.
Û Barzanî bal kişand ser milmilaneya navdewletî li sûriyê, û bi ser de serhişkiya berdewam ji aliyê rijêmê ve hişt ku rewş xiraptir bibe û derfetên çareyê hindik bibin, û cextî li ser pêwîstiya rûbirûbûna rêxistinên teroristî kir, û bal kişand ser ku rêxistina PKK partiya PYD weke serûkekê bikar tîne daku ji binavkirina terroristî bireve, û kiryar man wek xwe, û yê rêvebirina cidî dike endamên PKKe ne.
Û Barzanî careke din dilxweşiya xwe bi pêşwaziya penaberên sûrî anî ziman, û tekez kir ku Herêma Kurdistanê herdem ji bo birayên cîran ên sûrî vekirî ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî